Elif Irmak
02 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Li gundê Karabeya li ser navendê bi şev gur ket hevşiyê mixtar Aydin Kaya.
Gurê ket nav heywanên di hevşiyê da mihek mirar kir û 13 pez jî birîndar kirin.
Kaya di daxuyaniya xwe da diyar kir ku guran ji biharê vir va 45 pez xwarin û wiha axivî:
"Min bi şev kurê xwe ji bo teseliya heywanan bike şand hevşî. Wî jî dîtiye ku gur ketiye nav mêşinan, telefonî me kir û ji me alîkarî xwest. Em jî reviyan û çûn cihê bûyerê lê dema gur çav bi me ket ji paceyê reviya. Me hewl da ku em bi xwe heywanên birîndar derman bikin paşê me gazî baytar kir ku bê pêz derman bike."