Elif Orhan
13 Hezîran 2019•Rojanekirin: 20 Hezîran 2019
Li gundê Ozkavaka li ser navçeya Norşênê mihrîcana bafirokan hat lidarxistin.
Xwendekarên ku beşdarî mihrîcanê bûn rojeke xweş derbas kirin.
Alîkarê Midûrê Dibistana Navîn a Gundê Ozkavakê Kadîr Çetîn daxuyaniyek da û got ku dawiya salê wekî edetî bi mamoste û xwendekaran ra çalakiyên cuda li dar dixin.
Çetîn wiha axivî:
"Me îsal di hewaya piknîkê da mihrîcana bafirokan li dar xist. Bafirokên ku mamoste û xwendekarên me bi derfetên xwe amade kiribûn hatin belavkirin. Bi xwendekaran ra 120 kes beşdarî mihrîcanê bûn. Armanca me ew bû ku em firandina bafirokan hînî xwendekaran bikin."
Dê û bavan ji ber şahiyê spasiya birêvebiriya dibistanê kir.