Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Ömer Tarsuslu,Günay Nuh
03 Gulan 2023•Rojanekirin: 03 Gulan 2023
Li Qers û Erdexanê digel meha gulanê berf barî.
Hinek gundên li ser navendê ne bi berfê çîl spî bûn û ji ber ku rê cemed girtin jî şofêran zehmetî kişand.
Di nav zeviyên berfê wek çarşefê bi ser girt da çûk li xwarinê geriyan û berê xwe dan deverên avî.
Li navçeya Sariqamişê berfa duh car caran barî daristana çamê û nebat bi berfê çîl spî bûn.
Zeviyên li gundê Asboga û Elîsofuyê di nav berfê da man lê hin cotkaran karê xwe domand û tov reşandin.
Ji welatiyan Şenay Vanliyê got: "Germahiya hewayê kêm bû û wekî hûn jî dibînin di meha gulanê da her alî di nav berfê da maye."
Berfa li Erdexanê jî barî deverên bilind çîl spî kir.