Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Yusuf Ayas,Günay Nuh
29 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2024
Li Qers û Erdexanê berf barî û hewa sar e.
Li bajêr şev berf barî, serê sibê jî hewa sar bû.
Navenda bajêr ji ber berfê spîçîl bû.
Li navçeya Sariqamîşê jî piştî barîna berfê hewa sar bû.
Li navçeya ku germahiya hewayê di bin sifirê da daket 12 pileyan, li ser banê avahiyan û daran qeşa çêbû. Dar û nebatan qiravî girt û pace bi qeşayê nixumîn.
Ji ber hewaya sar hin welatiyan wesayîtên xwe bi brandayan nixumandin.
Ekîbên Şaredariya Sariqamîşê li ser kuçe û kolanan dest bi xebatên paqijkirina berfê kir.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf dibare.
Li navenda bajêr berf dibare, li deverên bilind jî bager çêdibe.
Li navçeya Goleyê jî berf barî.