Hüseyin Demirci
20 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê bandora hewaya sar çêbû.
Li navçeyê ji ber ku germahiya hewayê di binê sifirê da daket 6 pileyan, li ser paceyên wesayîtan qeşa çêbû, dar û kulîlkên baxçeyan jî qiravî girt.
Ji ber qeşaya li ser rêyan, wesayît bi awayekî tevdîr çûn û hatin.
Li Geliyê Keklikê jî gol û sûlavên biçûk cemed girtin û şembelûk çêbûn.
Ji welatiyan Arda Turut daxuyand ku dema ew serê sibê rabûne wan paceyên wesayîtên xwe paqij kiriye û wiha got: "Em ê wesayîta xwe bixebitînin, ew ê ancax germ bibe. Diyar e ku yek û du roj sir û serma wê hebe."