Haydar Şahin
02 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2021
Li Sariqamîşa navçeya Qersê roviyên piştî barîna berfê di dîtina xurekê da tengasiyê dikişînin derketin qada çîl û sipî û di dema nêçîrê da dîmenên roviyan hat kişandin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ya zivistana wê bi zor û zehmetî derbas dibe ji ber sermayê heywanên beyanî jî tengasiyê dikişînin.
Heywanên beyanî li Qersa germahiya wê dakete 20 pileyên binê sifirê derketin lêgerîna xurekê û dîmenên wan hat kişandin.
Roviyên sor berî xwe dan mişkên binê berfê, bi qasî 20-30 kêliyê qet hereket nakin disekinin, hereketên nêçîra xwe teqîb dikin û paşê qasî mêtreyekî bilind dibin û serê xwe li nav berfê dixin.
Rovî bi mişkên digrin va zikê xwe têr dikin.