Cüneyt Çelik
04 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2023
Li Qersê tavî û teyrokê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li bajêr taviya ku tesîra xwe nîşan da car caran vegerand zîpikê. Ji ber teyroka şideta xwe zêde kir, li ser kuçe û kolanan teqalên avê çêbûn.
Her wiha hin ajokaran di trafîqê da zehmetî kişandin, hinekan jî hewil dan ku wesayîtên xwe ji zîpikê biparêzin.
Li ser Kolana Faikbeyê rogaran ser ra avêtin û di encamê da hin kargeh di bin avê da man.