Bilal Timur
04 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2023
Li Meletiya erdhejên navend Meraşê tesîr lê kir, daweşandina qeysiyan dest pê kir.
Li Kaleya navçeya Meletiyê ya ku navendeke sereke ya hilberîna qeysiyên hişkirî ye, hilberîner digel karkerên çandiniyê dest bi daweşandina daran kirin.
Qeysiyên ku tên daweşandina qederekê di hundir da tên sekinandin û paşê ji bo hişk bibin, li ber tavê tên raxistin.
Hilberînerê ji Taxa Kumliyaziyê Mahmut Sapan ji peyamnêrê AAyê ra wiha got, "Ez hêviya serdemeke baş a berhevkirinê dikim. Xwedê ji bo herkesî bike bi xêr û bi bereket. Me karkerên xwe anîn û me sezon da destpêkirin. Xwedê nede şermê."
Karker Şahin Temur jî diyar kir ku wan digel karkeran dest bi daweşandina qeysiyan kir û her wiha hêviya sezoneke bi xêrê kir.