2016 ж. 15 желтоқсан•Rojanekirin: 2016 ж. 15 желтоқсан
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê berfa ku zêde dibarî wê hinekî kêm bibe.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat girtin, li giştiyê herêmê berfa ku roja sêşemê dest pê kiribû û her çûbû zêde bûbû, wê îro hinekî kêm bibe.
Tê texmînkirin ku li giştiyê herêmê hewayê ewrsayî be, li Agirî û Îdirê berfê hûr hûr bibare.
Germahiyê hewayê wê li gor demsalê kêm be, ji aliyê bakur ve bayê bê.
Li herêmê germahiya hewayê bi şev herî kêm di bin sifirê de li Erziromê 14 pile, li Erzinganê 12 pile, li Erdexanê 11 pile, li Qersê 10 pile, li Agiriyê 8 pile, li Tunceliyê 5 pile û li Îdirê 3 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê wê bi roj herî zêde di bin sifirê de li Îdirê pileyek, li Erzinganê 3 pile, li Agiriyê 4 pile, li Tunceliyê 5 pile, li Erziromû Qersê 7 pile, li Erdexanê jî 8 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 75 santêm, li Erziromê 47 santêm, li Tunceliyê 25 santêm, li Îdirê 23 santêm, li Qersê 19 santêm, li Erdexanê 17 santêm, li Erzinganê jî 5 santêm hat pîvandin.
Rayedaran ji bo qeşa, mij û dûmanê hişyarî dan welatiyan ku bila bitevdîr û baldar bin.