Önder Beyter
23 Mijdar 2017•Rojanekirin: 24 Mijdar 2017
KARS/ARDAHAN/AGRI
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê welatiyan ji ber berfê zehmetî kişand.
Li herêmê ji ber berfa ku pêrê dest pê kir û bi taybetî jî ber êvarê û bi şev zêde dike, qalindahiya berfê li navenda Sariqamîşa navçeya Qersê gihîşt 15 santîmêtroyî, li pîstên etaba duyemîn a Cibiltepe Nadvenda Kaşûnê jî gihîşt 27 santêmêtroyî.
Li navçeya ku germahiya hewayê bi şev 12 pile berjêrî binê sifirê dibe, ji ber sermayê kolan, kuçe û baniyên avahiyan qerisîn.
Li navçeyê herwiha ekîbên rêbeja û şaredariyê rê ji berfê paqij kirin û xoy li rê reşandin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî pileya herî nizim a germahiyê di bin sifirê da 7 pile hat pîvan. Piştî berfa ku 2 roj e dibare, li navenda parêzgehê qalindahiya berfê gihîşt 6 santêmêtroyî.
- Agirî
Li Elaşgira navçeya Agiriyê jî piştî berfbarînê hişkî çêbû û ji ber hindê cam û deriyên hin wesayîtan qerisîn.
Hin ajovanan jî ji bo ku neqerisin, betanî li wesayîtên xwe pêçan.
Xelkê navçeyê Yilmaz Candir diyar kir ku ji ber sermayê deriyên wesayîta wî qerisîn û wiha xeberda, "Dema ez serê sibê rabûm ji ber hişkiyê deriyekî wesayîta min venebû. Min jî li ber kilîleya derî agir vêxist. Ma em çi bikin, memleketê me wiha ye, berf kêm e lê hişkî zehf e. Xwedê alîkar be."