Li gor agahiyên ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat bidestxistin du roj e li herêmê berf dibare, dibe ku germahiya hewayê di navbera 2 û 3 dereceyan de dakeve.
Bi şev hewa di bin sifrê de li Îdirê 6 pile, Erzincanê 3 pile, li Erziromê di bin sifirê de 5 pile, li Qers û Erdexanê 4 pile û li Agiriyê di bin sifrê de 2 pile hat pîvan.
Tê payîn ku li herêmê germahiya herî zêde dê wiha be li Îdirê 13 pile, li Erzincanê 8 pile, li Erdexan, Qersê û Agiriyê 4 pile û li Erziromê 3 pîle.
Bilindahiya berfê jî li Erziromê 7 santêm, li navêndên kaşûnê Palandokenê 35 santêm, li Qonaxliyê 82 santêm û Cibiltepeyê jî 20 santêm hat pîvan.
Ji aliyê din ve tê texmînkirin ku dê di nava rojê de berf bibare.