Türkan Tosun
30 Gulan 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
ERZURUM
Tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê li gor demsalê zêde bibe.
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê hewa wê ewravî be.
Germahiya hewayê wê li gor demsalê zêde bibe, li herêmê ji hêla başûr ve ba dê bê.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev li Qersê 4 pile, li Erdêxanê 6 pile, li Erzirom, Agirî û Erzinganê 7 pile, li Tunceliyê 12 pile, li Îdirê 13 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ya herî zêde a bi roj wê li Îdir û Erzinganê 31 pile, li Tunceliyê 30 pile, li Agiriyê 25 pile, li Qersê 24 pile, li Erziromê 23 pile, li Erdêxanê 22 pile be.