Sevim Hatun
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
ERZURUM
Tê texmînkirin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dem demî berf bibare.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê pêşbînîkirin ku li piraniya herêmê hewa wê pir ewrayî be û ji ber destê sibê pê va dem demî berfê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê di asta demsalê da be û herwiha ba jî wê ji hêla başûr û rojavayê başûr hinekî qewî rabe.
Li herêmê germahiya herî nizim li Îdir û Erzinganê 1, di bin sifirê da li Tûnceliyê sifir, li Erdexanê 5, li Erziromê 6, li Agiriyê 9 û li Qersê jî 10 pile hat pîvan.
Li navenda bajêran qalindahiya berfê jî li Erdexanê 17, li Erziromê 14, li Qersê 5 û li Agiriyê jî 4 santêmêtro hat pîvan.
Li Tûnceliyê rêya 24 gundan, li Agiriyê rêya 19 gundan hat girtin.