Türkan Tosun
08 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê bajarê Qers, Erdexan û Agiriyê germahiya hewayê dakete bin sifirê.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li giştiyê herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê normal be. Car caran wê bayê çêbibe û ji aliyê rojavayê hêza bayê hin caran wê xurt bibe.
Germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev li Tunceliyê 6 pile, li Îdir û Erzincanê 5 pile, li Erziromê pileyek, li Qersê di bin sifirê de 3 pile, li Erdexan û Agiriyê jî di bin sifirê de 2 pile hat pîvan.
Li herêmê germahiya herî zêde ya bi rojê jî wê li Tunceliyê 26 pile, li Erzincanê 24 pile, li Îdirê 22 pile, li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê 19 pile be.