İbrahim Atmaca
08 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê salçeya bacikan ku jê ra "reçela îsotan" tê gotin û ji bacikên tûj tê çêkirin, ji ser sifreyan kêm nabe.
Gelek malbat ji bazarê bacikên tûj ên sor dikirin û piştî zor û zehmetiyeke dûr dirêj dikin salçe. Piştî ku rûnê zeytûnan jî li nav wê salçeyê dixin, salçe dibe "reçela îsotan" û ev reçel zivistanê ji ser sifreyan xalî nabe.
Serokê Koperatîfa Hilberînerên Îsotan a Şanliûrfayê Bekir Polat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku li bajêr sezona hilberîna îsotan berdewam e û got ku di vê heyamê da "reçela îsotan" jî tê çêkirin.
Polat diyar kir, reçel serê sibê di taştê, firavîn û şîvê da tê xwarin û wiha dewam kiri: "Li van deran ji salçeya îsotê ra reçel tê gotin. Him taştê him bi gelek xurekên din ra tê xwarin. Hilberîner beriya ku baran bibare bê navber dixebite ku vê zexîra xwe ya zivistanê bigre."
Polat der heqê "reçela îsotan" da agahî dan û wiha axivî:
"Ji bo reçelê bîberên tûj ên sor bi makîneyê tên hûrkirin û 3-4 rojan li ber tavê dimînin. Wexta ku li ber tavê tê raxistin, gelek tê tevdan jî. Piştî ku ava tê da ziwa dibe û jê reçel çêdibe. Çêkirina reçelê ji îsotê zehmettir e lewra demek dirêj dixwaze. Îsal kîloya reçelê di piyaseyê da 20 lireyî tê firotin. Li bajêr bi tonan reçel tê çêkirin. Em ji vê salçeyê dişînin gelek bajarên Tirkiyeyê.
Bi taybetî li ser taştê jî tê xwarin, hêkan li ser dişkênin an jî dixin nav nan û dixwin. Zexîreyeke pir bi tehm e."
Emîne Aslana ku li taxa Sirrina navçeya Halîliyeyê ya navend "reçela îsortan" çêdike jî got ku ew bi salan e payîzê zend û bendan hildidin û vî karî dikin da ku pê debara xwe bikin.
Aslanê diyar kir ku karê wan karekî zehmet e û got ku "reçel" jî wek îsotê marqeya Şanliûrfayê ye û "reçel"a herî baş li vî bajarî tê çêkirin.