Haydar Şahin
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
ERZURUM
Li Herêma Rohilatê Anadoluyê di binê sifirê da bi 19 pileyî va hewaya herî sar li Qers û Erdexanê hat pîvandin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meterolojiyê, li herêmê hewayê ewrsayî be.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ew ê li gor ya demsalê be, bayê ji aliyê rojavayê ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê di binê sifirê da 19, li Agiriyê di binê sifirê da 14, li Erziromê di binê sifirê da 11, li Îdirê di binê sifirê da 6 û li Erzincanê di binê sifirê da 4 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erzincanê 10, li Îdirê 9, li Erziromê 2, li Qersê sifir, li Agiriyê di binê sifirê da 4 û li Erdexanê di binê sifirê da 2 pile be.
Rayedaran ji welatî û ajokaran xwestin ku bira ji bo cemed û mijê baldar bin û tevdîrên xwe bistînin.