Haydar Şahin
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê çivîkên ku birîndar hatin dîtin li Navenda Rehabîlîtasyon û Xilaskirina Heywanên Beyanî ya Golpinarê hatin dermankirin û berî çolê dan.
Ekîbên Midûriyeta Herêmê ya Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê dermankirina 10 çivîkên ku ji vir 4 meh berê li çolê birîndar hatibûn dîtin temam kirin.
Heywanên ku hatin astga firînê berî çolê dan.
Îsrafîl Erdoganê Midûrê Herêma 3yan ê Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navenda rehabilîtasyonê xebatên girîng dikin.
Erdogan got li navenda ku 5 sal in di xizmetê da ye bi sedan heywanên birîndar ên ku ji Şanliurfayê û bajarên der û dorê anîn navendê hatin dermankirin.
Reşat Ektîrenê beytar jî got ku hetanî îro bi sedan çivîk û heywan li navendê derman kirin û berî çolê dan.