İbrahim Atmaca
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2017
KAHRAMANMARAŞ
Li navçeya Afşînê çêlekeke avis kete bîra avê ya ku 4 mêtre kûr e. Ekîbên îtfaiyeyê çêlek ji bîrê derxist û xelas kir.
Li taxa Erçeneya navçeyê çêleka Gulderen Kurtçepheyê dema ku li zeviyê çêriyaye ketiye bîreke avê ya 4 mêtreyî.
Kurtcephe pey çêleka xwe ya avis ket û lê geriya. Kurtcephe ji bîra avê deng bihîst û dema ku çû ser bîrê dît ku çêleka wê ketiye bîra avê.
Kurtcephe ji bo ku çêlekê ji bîrê derxe cab da cînar û mixtarê taxê. Ji ber ku nikaribûn çêlekê ji bîrê derxin mixtarê taxê Fîkret Gozubuyuk cab da îtfaiyeyê. Îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê ekîba Afşînê bi halet daketin bîrê.
Ekîbên îtfaiyeyê dît ku çêlek avis e, ji bo zirarê nedinê xebateke baldar meşandin. Ekîba îtfaiyeyê çêlek bi haletê va girê da û bi alîkariya makîneya kar çêlek ji bîrê hat derxistin.
Gulderen Kurtcepheyê ji ber ku çêleka xwe xilas kirin sipasiya ekîbên îtfaiyeyê kir.