23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li herêma rojhilatê Anadoluyê bi şev pileya herî kêm a germahiyê 28 pile di bin sifirê da li Agiriyê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, li tevahiya herêmê hewa dê nîvsayî be, ba jî dê ji başûr nerm were.
Li herêmê bi şev pileya herî kêm a germahiyê di bin sifirê da li Agiriyê 28 pile, li Qersê 24 pile, li Erzirûmê 21 pile, li Îdirê 12 pile, li Erdexanê 15 pile û li Erzinganê 10 pile hat pîvan.
Dîsa tê pêşbînîkirin ku nava rojê berztirîn pileya germê dê li Erzinganê 3 pile, li Erdexanê di bin sifirê da 3 pile, li Îdirê di bin sifirê da 4 pile, li Erzirûm û Qersê di bin sifirê da 5 pile û li Agiriyê 8 di bin sifirê da 5 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Agiriyê 45, li Erzirûmê 27, li Qersê 17, li Erdexanê 15 û li Îdirê jî 7 santêmêtro hat pîvan.
Tê pêşbînîkirin ku li seranserê herêmê cemed û qeşayê çêbe û herwiha ber destê sibê jî li cih cihan mij û dûmanê derkeve.