22 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya herî sar bi şev di bin sifirê de 27 pileyî va li Agiriyê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê herêmê hewa sar û tê texmîkirin ku li tevahiya herêmê hewayê ewrsayî û ewrawî be.
Li herêmê germa hewayê di bin sifirê de herî kêm li Agiriyê 27, li Qersê 25, li Erziromê 20, li Îdirê 17, li Ezircanê 10 û li Erdexanê 15 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germa herî zêde li Erzincanê 3, di bin sifrê da li Erziromê û Qersê 6, li Agiriyê 7, li Îdirû Erdexanê jî 5 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 46, li Erziromê 27, li Erdexanê 15, li Qersê 17, li Îdirê 7 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo qerm, cemed, mij û dûmanê hişyarî da.