2016 ж. 19 қазан•Rojanekirin: 2016 ж. 19 қазан
ERZURUM
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber ku germahiya hewayê daket bin sifirê dibe ku berf bibare.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li tevahiya herêmê hewa ewravî ye û dibe ku baran bibare. Li gor texmînan li derdora Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan û Îdirê dibe ku berf û baran bi hev ra bibare û li ciyên bilind jî berf bibare.
Bi şev hewara herî sar li Erdexanê di bin sififrê da 3, li Qersê di bin sifirê da 2, li Erziromê 2, li Agiriyê 4, li Îdirê 5, li Erzincanê 7 û li Tunceliyê 10 pile hat pîvandin.
Bi roj jî hewaya herî germ li Qersê 7, li Erdexanê 10, li Erziromê 12, li Agiriyê 13, li Îdirê 14 û li Erzincanê 18 pile tê texmînkirin.