Orhan Pehlül
20 Gulan 2025•Rojanekirin: 29 Gulan 2025
Li Samsata navçeya Semsûrê (Adiyeman), girava piçûk a ku di nav gel da wekî "Girava Qaqlîbazan" tê binavkirin, di mehên biharê da bi hatina qaqlîbazan şên bû.
Îsal jî wekî her sal bi sedan qaqlîbaz hatin giravê û hêlîna xwe çêdikin.
Qaqalîbaz li vir hêlîna xwe çêdikin, piştî ku çûkên wan ji hêkê derdikevin, koç dikin.
Ji ber ku di mehên biharê da qaqlîbaz li giravê hêlînên xwe çêdikin çûyîn û hatina wê zehmet e. Her wiha gelê herêmê ji bo ku qaqlîbaz metirsin, di mehên biharê da giravê ji wan ra dihêlin.
Ji bo parastina giravê biryareke fermî nîne, lê gelê herêmê ji bo parastina qaqlîbazan biryareke hevpar daye, wextê qaqlîbaz li giravê ne kes naçe û nayê.
Ji welatiyan Abdullah Akin ji rojnamegeran ra got ku girava qaqlîbazan ji bo ekosîstema herêmê pir girîng e.