Haydar Şahin
22 Adar 2018•Rojanekirin: 24 Adar 2018
ÎSTANBUL
Vê hefteyê 6ê wan xwemalî 9 fîlmê têkevin vîzyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Derhêneriya fîlma "Zarok Emantî Te Ne" Çagan Irmak dike û serlîstikvanê fîlmê jî Engîn Akyurek e.
Fîlma dram û tirsê qala jiyana Keremê ku qeza derbas kiriye û li bajarokekî tê demankirin dike.
- "Qisma Rastî: Dînê Ewter"
Derhêneriya fîlma "Qisma Rastî: Dînê Ewter" Onur Unlu dike.
Di fîlmê da Cahît Kaşikçilar, Emel Emîr, Fatma Pazvant, Mehmet Vanluoglu, Zehra Sozuguzel û Erdal Parmaksizoglu dilîzin
- "Qaqlîbaz"
Derhêneriya fîlma "Qaqlîbaz" Erkan Tunç dike, di fîlmê da qala Yakup û Medihaya jina wî di çêwligekê da dixebitin dikin.
Di fîlmê da Îrem Sak, Onur Buldu, Sahra Şaş, Oner Erkan û Erşan Utku Olmez dilîzin.
- "Kumsor 2: Efrîn"
Di fîlma Kumsor 2yê da qala leşkerên hêza taybet ên ku li dijî terorê têkoşînê didin dikin.
Derhêneriya fîlma "Kumsor 2: Efrîn" Erhan Baytimur dike.
Di fîlmê da Cenk Ertan, Cavît Çetîn Guner, Çîgdem Batur, Halîl Îbrahîm Kalaycioglu, Oguz Yagci, Ozan Guler, Balamîr Emren, Erdogan Yaprak û Alî Ertem dilîzin.
- "Berf"
Derhêneriya fîlma "Berf"ê Emre Erdogdu dike. Di fîlmê da qala jiyana Mezeyyena ku emrê wê gihîştiya 20 salî lêbelê hê lîseyê dixwîne dikin.
- "Welayet"
Dehêneriya fîlma "Welayet" Xavier Legrand dike, di fîlmê da qala zarokekî ku diya wî û bavê wî hevdu berdane dikin.
Di fîlma ku li Fransayê hatiye kişandin da Denis Menochet, Lea Drucker, Thomas Gioria û Mathilde Auneveux dilîzin.
- "Şerê Pasîfîkê: Îsyan"
Fîlma "Şerê Pasîfîkê: Îsyan" di heman demê da dewama fîlma "Şerê Pasîfîkê" ye ku di sala 2013an da hatibû kişandin. Derhêneriya fîlmê Steven S. DeKnight dike.
Di fîlmê da John Boyega, Scott Eastwood, Cailee Spaeny, Rinko Kikuchi, Jing Tian, Adriana Arjona, Burn Gorman û Charlie Day dilîzin.
- "Şahbanûya Winda"
Di fîlma anîmasyon a "Şahbanûya Winda"yê da qala Mîlaya Şahbanû ya ku bi destê cadûbazekî hatiye revandin dikin, di fîlmê da Ruslan jî hewl dide ku Mîlayê bibîne.
Derhêneriya fîlma "Şahbanûya Winda" Oleh Malamuzh dike û fîlma ku li Ukraynayê hat amadekirin da Nadiya Dorofeeva, Oleksiy Zavhorodniy û Yevhen Malukha rol hildan.
- "Zatê Mehfûz"
Derhêneriya fîlma "Zatê Mahfûz" Sedat Yetkîn dike. Fîlm di cureya dram û belgefîlmê da hatiye kişandin û tê da qala jiyana şexsiyetên wekî Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, Îdrîsê Bidlîsî, Şemsê Bidlîsî, Muştaqbaba û Şukrî Bidlîsî dikin.
Di vê belgefîlmê da Beşîr Oner, Talha Eyîgun, Mehmet Demîrtaş û Bulent Akot dilîzin.