Özgen Beşli
11 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2025
Şefê Îdirî li ser cemeda Gola Çildirê mangal vêxist û kebab çêkir.
Li ser Gola Çildirê ku zivistanê bi temamî cemed digire, ji gera xizangan bigire heya masîgiriyê, zivistanê çalakiyên rengîn tên kirin.
Habîp Ozmenê şefê ji Îdirê li ser cemeda Gola Çildirê mangal vêxist û kebab çêkir.
Habîp Ozmen kebabê ku peht li geştiyarên ji bo dîtina golê hatibûn belav kir.
Şef Habîp Ozmen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Gola Çildirê goleke xweş e. Min kebabeke qasî mêtroyekê dirêj çêkir. Ez dixwazim balê bikişînim ser golê."