Elif Irmak
23 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2020
Li Şirnexî Sêrt, Elezîz û Batmanê berfa barî tesîreke neyinî li ser jiyanê kir.
Li Şirnexê piştî barana ku du roj bû dibariya ji duh bi şev va berfê dest pê kir û ji ber berfê li tanga Bîrîniyê ya rêbeja Sêrt-Şirnexê sitûrahiya berfê derket 20 santîmêtroyê.
Wesayîtên ku ji ber berfa gur di rê da asê man di encama xebata 2 saetan a ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û rêbejan hatin xilaskirin. Li herêmê barîna berfê dewam dike û xebata vekirina rê ya ekîban dewam dike.
Ji aliyê din va berfa ku ji şeva din va li navçeya Beytuşebabê û gundên li serê dibare rêya 16 gundan asê kir.
Ekîb ji bo vekirina rêyên gundan xebatên xwe didomînin.
- Sêrt
Li Şêrwana navçeya Sêrtê berfa ku ev 3 roj in li cihên bilind dibare tesîreke neyinî li ser jiyanê kir.
Berfa ku li tanga Cevîzlîkê ya li ser navçeyê barî bû sedem ku li gundên hawirdor rê bên girtin.
Ekîbên Şeftiya Şaxa Sêrtê ya 94emîn a Rêbejan ji bo vekirina rê xebatên xwe didomînin.
- Batman
Li Sasona navçeya Batmanê Îdareya Taybet a Bajêr ji ber berfa ku li cihên bilind barî dest bi xebatên têkoşîna dijî berfê kir.
Ekîban rêya gundê Soganliya ku ji ber berfê hat girtin vekirin û rê ji hat û çûyê ra vekir.
Li cihên bilind ên navçeya Sasonê sitûrahiya berfê gihaşt 60 santîmêtroyê. Ji ber barîna berfê gundên Dortboluk, Derînce, Kale Yoluî Dîkbayir, Yaman û Yakabagê spî xemilîn.
- Elezîz
Li Elezîzê ji rêyên 90 gundan ên ku ji ber berfê hatibûn girtin 77 jê hatin vekirin.
Li gor agahiya ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan ekîb ji bo ku rêyên ji ber berf û pûkeyê hatin girtin bên vekirin bênavber xebatên xwe didomînin.
Ji rêyên 90 gundan ên ku ji ber berfê hatin girtin 77 jê di encama xebatê da hatin vekirin.
Li navçeya Qereqoçanê 10 li navçeya Baskîlê jî ji bo vekirina rêya 3 gundan xebat didomin.