Ekrem Payan
08 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2023
Li Şirnexê 2 minîbus li hev qelibîn û 18 kes birîndar bûn.
Minîbusa ku şofêrê wê M.N.Ş. û plaqeya wê 21 VE 904 û minîbusa ku şofêrê wê M. O. û plaqeya wê 34 DR 3430 li bajaroka Kumçatiyê nêzîkî Bestasorê li hev qelibîn.
Di qezayê da her du şofêr û 16 kes birîndar bûn.
Ekîbên Tenduristiya Acil ya 112yê birîndar rakirin nexweşxaneyên Şirnex û Cizîrê.
Hat ragihandin rewşa birîndaran ne giran e.