Cüneyt Çelik
08 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2023
Rûyê Gola Çildirê ya ku li ser sînorê Qers-Erdexanê ye û rûberê wê 123 kîlometrekare ye ji ber sermayê qerisî.
Gola Çildirê duyemîn gola mezin a Rojhilatê Anadoluyê ye.
Dema rûyê Gola Çildirê ya li nêzîkî gundê Taşbaşiyê ya li ser Arpaçaya navçeya Qersê têra xwe dicemide xizangên hespan li ser golê turîstan digerînin.
Kesên vî karî dikin li bendê ne ku rûyê golê baş qeşa bigire.
Îlayda Ustunakina ji Stenbolê hatiye dîtina golê daxuyand ew xemgîn e ku li ser golê negeriyaye û wiha axivî: "Xwezî em derketana ser golê, lê nebû. Careke din înşallah. Dema me xweş derbas bû."
Asli Balciyê jî got wan dixwest ku bi xizanga hespan va li ser golê bigerin û wiha dewam kir: "Rûyê wê hê têra xwe neqerisiye. Înşallah careke din em ê bên."
Wênekêş Ozgen Beşlî jî anî ziman ku Qers ji hêla turîzmê va cihekî girîng e û wiha axivî: "Zivistanê li vir dîmenên xweş tên kişandin. Ez jî ji bo ku wêneyan bikşînim hatim. Gola Çildirê bi tevahî qeşa negirtiye, qismekî wê qeşa girtiye. Di dawiya meha çileya pêşîn wê tevahî qeşa bigire, wê çaxê xizang wê derkevin ser."
Beşlî bangî her kesî kir ku ew bên golê bibînin, wêneyan bikşînin û wek usûla eskîmoyan ji golê masiyan bigirin.