Abidin Yel
29 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2025
Li Cizîra navçeya Şirnexê TIRa ku di rê da diçû agir pê ket û ji aliyê ekîba îtfaiyeyê va hat vemirandin.
TIRa bi plaqeya ku diajot, li ser rêbeja Cizîr-Şirnexê li texma xaniyên TOKIyê dema di rê da diçû, ji ber sedemeke nediyar agir pê ket.
Ajokarê ku bi agir hisiya wesayit kişand keviya rê.
Li ser îxbarê ekîbên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê şewat vemirandin. TIRê ji ber şewatê zirareke mezin dît û ji kar da ket.