Fecri Barlık
29 Mijdar 2025•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2025
Li Şîrvana navçeya Sêrtê midîbusek qulibî şerempolê di encamê da 2 jê giran, 15 karker birîndar bûn.
Midîbusa bi plaqeya 34 DKK 706 ku nasnameya ajovanê wê hê nayê zanîn ya ku karkerên kanê vediguhast, li ser rêbeja Şîrvan-Cevizlikê li texma rêya gundê Madenê, ji kontrolê derket û qulibî şerempolê.
Di qezayê da ji rêwiyan 2 jê giran, 15 karker birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên AFAD, cendirme, UMKE û Tenduristiya Acil a 112ê hatin cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.