Mehmet Niyazi Deniz
03 Nîsan 2025•Rojanekirin: 05 Nîsan 2025
Li Sêrtê TIReke ku barê wê komir bû qulibî û ajovanê wê birîndar bû.
TIRa komirbarkirî ya bi plaqeya 29 ABA 929 ku Alaaddin M. (55) diajot li ser rêbeja Sêrt-Erûhê li texma Pireya Botanê ji kontrolê derket û qulibî.
Li ser îxbarê ekîbên Servîsa Acil a 112ê û îtfaiye hatin cihê bûyerê.
Ajovan bi alîkariya îtfaiyeyê ji nava wesayita ku tê da asê mabû derket.
Ajovanê birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Rêya ku ji ber qezayê maweyekê asê ma piştî xebata vekirinê ya ekîbên rê, ji hatûçûnê ra vebû.