21 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
DİYARBAKIR
Firoşyarên tizbiyan yên ku ji Gazîentab, Urfa, Edene, Adiyaman, Mêrdîn, Elezîz û ji Batmanê tên hefteyê carekê li Sûra navçeya Diyarbekirê di qehwexayekê de komdibin.
Firoşyar lê ve derê tizbiyên xwe datînin ser dezgeh û difroşin.
Ahmet Damarê ku ji Urfayê hatiye Diyarbekirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ew karê xwe bikêfxweşî dikin, tizbihan hem toptan hem jî perakende diforişin.
Damar wiha peyivî: "Ez li kehrîbarê dixebitim. Van tizbiyan em bixwe çêdikin. Li Diyarbekirê her cure tizbîh hene ji ber vê em tên vê derê û dikirin"
Şeyhmus Kaynarê ku 70 salî jî got ku ew 20 sale vî karî dike û ji bo kirîna tizbiyan gelek caran tê Diyarbekirê.
Ramazan Yagmur jî destnîşan kir ku ew her hefteyê tên Diyarbekirê û wiha axivî: "
"Li Sûrê nêzî 100 esnaf hene ku bi karê tizbiyan mijûl dibin. Em her heftê bi hin hevalên ku tizbiyan difiroşin tên vê qehwexaneyê û kom dibin. Em hem sohbet dikin hem jî tizbiyên xwe diforişin. Hemû cûreyên tizbiyan li Diyarbekirê hene."