Türkan Tosun
10 Îlon 2019•Rojanekirin: 13 Îlon 2019
Li Tetwana navçeya Bidlîsê li bin banê Kluba Sporê ya Tetwan 1514ê werzişvanên biçûk û ciwan digîhîjin.
Rahênerê Kluba Sporê ya Tetwan 1514ê Mehmet Arîf Çaglayan ji rojnamevanan ra daxuyand îsal li Bidlîsê di lîga herêmî da ew di kategoriyên U14, U15, U17 û U19an da bûne şampiyon.
Çaglayan got li bin banê klubê 163 werzişvan hene û wiha axivî: "Ji bo ku zarokên li herêma di nav şertên baştir da him di futbolê da û him jî li dibistanê serkeftî bibin em hewl didin. Bi werzişê va em rê li ber tiştên nebaş ên ji bo zarokan digrin. Me gelek zarok ji xeysetên nebaş û tiştên nebaş xilas kir. Ji bo ku ew ji welêt û gelê xwe ra bibin kesên baş feydeya me gihîşte wan. Em li Stadyuma Bajêr a Tetwanê xebatên xwe dikin."