Mesut Varol,Şener Toktaş,İbrahim Yaldız,Emre Ilıkan,Zafer Tayfur
19 Adar 2024•Rojanekirin: 20 Adar 2024
Li Wan, Bidlîs û Mûşê berf ket û rêya 158 cî û waran hat girtin.
Li Wanê 2 roj in berf dibare û rê hatin girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê rêya 11 tax û mezreyan girt.
Ekîbên ku rêyan vedikin, ji bo vekirina rêyên girtî xebat dan destpêkirin.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku berfê rêya 102 gundan girt.
- Bidlîs
Li Bidlîsê berf ket û rêya 45 gundan hat girtin.
Ji bo vekirina rêyên gundan xebata ekîban dewam dike.