Sayim Harmancı
19 Adar 2024•Rojanekirin: 19 Adar 2024
Rêbeja Hekarî-Çukurcayê texma Depinê ji ber aşîtê hat girtin.
Li Hekariyê ku ev 2 roj e baran û şilope ye, li texma Depinê, li nêzî tunelê aşît ket.
Li ser vê yekê ekîbên rêbejê û şaredariyê ji bo paqijkirina berfa ku li ser rê ketibû dest bi xebatê kirin.
Ekîbên polês, cendirme û rêbejê li herêmê tedbîr girtin û xebatkarên AFADê jî li dijî neyîniyên ku çêbibin li herêmê amade bûn.
Li ser rê bi bilindahiya 10 metroyan berf çêbûbû û li herdû aliyên rê wesayit sekinîne.
Ji aliyê din ve ji ber baranê li texma Serê Solanê gol çêbûn û kevir û parçeyên zinaran ji çiyê ketin.
Ekîbên Rêbejê yên ku ji bo pirsgirêk ji ajokaran ra dernekevin lê herêmê bûn, kevir û tehtikên li ser rê paqij kirin.