Özkan Bilgin
05 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2023
Li Çataka navçeya Wanê ku lê mozvanî gelekî berbelav e, mozên ku carinan ji kewaran sil dibin, diçin li cihên dûrî şêniyan di qefên zinaran da yan jî di qulên daran da hêlîna xwe çêdikin û dest bi hilberîna hingiv dikin.
Mozvanên li navçeyê jî di serdema vekirina kewaran da bi kîlometreyan rê dimeşin, diçin hêlînan tesbît dikin û jê hingiv derdixin.
Abdulvahap Semo yê nasnav "mozemirov" ku li bajêr 30 sal e mozvaniyê dike jî li kirê Taxa Çilgayê ya 26 kîlometre dûrî navçeyê, tesbît kir ku mêşhingivan di qula dareke gûzê da hêlîn çêkiriye.
Semo bi bireka bi motor devê hêlînê vekir, bi xebata bi qasî 3 saetan ajot va qedera 5 kîlogramî hingiv derxist.
Semo ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji bo derxistina hingivê di qula darê da wan xebateke dijwar meşand û wiha dewam kir:
"Hingivê di qula darê da hingivekî pir nadir e, lewra bêderman û bêyî ku dest pê bikeve hatiye hilberandin. Hêlîna me tesbît kir li 2 hezar û 800 metre bilindahiyê ye. Ferqa hingivê darê ji yê zinaran tuneye. Herdu jî hingivên organîk in ku ji hêla mozên ji kewaran silbûyî di hêlînên ewle da tên hilberandin."