Fatih Gazioğlu
22 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
VAN
Li Wanê, 22 jinên ku di kooperatîfa bi piştevaniya Şaredariya Mezin a Wanê hat avakirin de mêşvaniyê dikin, ji 400 kewarî 860 kîlogram hingivê organîk kom kir.
Seroka Kooperatîfa Tuşbalê Fatma Belliyê got ku ew bi firotina vê hingivê debara mala xwe dikin. Belliyê diyar kir ku wan ev kooperatîf bi alîkariya şaredariyê vekiriye û 22 endamên wan hene. Bellî wiha axivî:
"Ev jin, ji bona ku alîkariya malbata xwe bikin, mêşvaniyê dikin. Jinên me bi firotina hingiv pere qezenc dikin. Hingivê me di qalîteya yekemîn de ye û organîk e. Ev tişt li Tirkiyeyê cara ewil e ku tê kirin. Em karê xwe ji dil û can dikin. Tişta ku destê jinê pê bûbe xweş e. Tehma hingivê me jî gelek xweş e."
Hat ragihandin ku hingivê ku jinan komkir li kolana Cumhuriyetê di dikana kar û barê hûnerên destan ya ku girêdeyî şaredariyê ye, tê firotin.