Ji ber êrîşên rêxistina terorê PKKyê mêşvanên li zozanan ji tirsa canê xwe vegeriyan gund û bajaran.
Hingivê Bîngolê ya ku di pêşbirkeke navneteweyî de bû yekemîn, ji ber ku li zozanan çêdibe bi qalîte û tahm e. Lê niha ji ber bûyerên terorê mêşvan ji tirsa canê xwe ji zozanan vegeriyan gund, navçe û bajaran. Niha hewl didin ku li vir hingiv bi dest bixin û bifroşin. Ev jî dibe sedem ku hingiv kêm bibe.
Serokê Yekîtiya Mêşvanên Bîngolê Mehmet Can Uzer ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji ber êrîşên terorê hin mêşvan ji zozanan zivirîn û wiha axivî: "Ew mecbur zivirîn û li deştê mêşvaniyê dikin. Dema hewa sar dibû ew diçûn herêma Diyarbekirê. Lê niha ji ber ku di rê de ewlehî tune ev xetere ye. Ji ber van sedeman îsal hingivê kêm be."
- Li zozanên Bîngolê 250 cure kulîlk hene
Uzer got ku hingivê Bîngolê di kongreya bi navê "Ji Hewarê Heta Sifreyê" ya ku ji hêla Zanîngeha Teknîk a Stenbolê ve hat lidarxistin de hingivê di dinyayê de bû yekemîn û wiha axivî: "Zanîngeha Bîngolê û me lêkolîn kir û me dît ku li zozanên Bîngolê 250 cure kulîlk hene û ji ber vê hingivê me bû yekemîn."
- "Em dixwazin bûyerên terorê bi dawî bibin"
Faruk Çakirê ku mêşvaniyê dike jî got ku ew ji ber bûyeran ziviriye û wiha axivî: "Dema aramî û ewlehî hebû hingiv biqalîte û zêde bû. Divê me niha hingiv berhev bikira, lê ji ber bûyeran em vegeriyan deştê. Em dixwazin bûyerên terorê bi dawî bibin"