Önder Beyter
21 Îlon 2017•Rojanekirin: 22 Îlon 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê karika birîndar a pezkoviyan, piştî tedawiyê cardin berdan çolê.
Li taxa Merzanê 2 roj berê welatî rastî pezkoviya birîndar hatin û herwiha ew teslîmî ekîbên Şaxa Hekariyê ya Midûriyeta Karûbarên Daristan û Avê kirin.
Karika pezkovî ya ku bi destê beytarên şaredariyê hat dermankirin, li tanga Depînê berdan çolê.
Midûrê Şaxê Necmettîn Yilmaz di daxuyaniya xwe ya ku da nûçegihanan da destnîşan kir ku dema welatî li çolê rastî ajalên birîndar hatin, bira agahiyê bidin peywirdaran.
Yilmaz bal kişand ku wan karika pezkovî aza kir ku li jîngeha xwe ya siruştî jiyana xwe bidomîne.