Önder Beyter
05 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Li Bidlîsa ku zivistana wê dijwar e, barîna berfê herçiqas li ser jiyanê tesîreke neyênî çêbike jî lêbelê dîmenên xweşik derdikevin holê.
Li navçeya Xelata ku bi bedewiyên dîrokî û xwezayî naskirî ye, kumbedên ku spîçîl bûne dîmenên newaze derxistin holê. Ziyaretvanên ku hatin dîtina kumbedan jî wêneyên menzereya xweşik kişandin.
Herwiha li navçeyê piştî barîna berfê li Pira Bayindir û Sûlava Çaglayanê dîmenên mîna postkartan çêbûn.