Bülent Mavzer
24 Nîsan 2021•Rojanekirin: 29 Nîsan 2021
Li Îdira lê mozvanî tê kirin Zanîngeha Îdirê bi propolîsa moz ji bo pêtekan ji bihokan mihefeze bikin çêdikin va qirem û sabun çêkir.
Navenda Lêkolîn û Pêkanînê ya Laboratuvara Lêkolînê ya Zanîngeha Îdirê ji bo propolîsê di çêkirina amûrên kozmetîk da bi kar bînin xebat da destpêkirin.
Bi xebatên hatin kirin va ji propolîsê melhem û sabun hat çêkirin. Moz propolîsê li hundirê dîwarê kevaran dixin da ku ji derva bakterî û bihok nekevin hundir. Wekî mayîn propolîs kevarê ji bihok, kifik û nexweşiyan mihefeze dike, dîsa bi porpolîsê va pêtek tên temîrkirin.
Zanîngeha Îdirê ji bo potansiyela Tirkiyeyê ya moz û hingiv bi kar bîne û amûran bifroşe dervayî welêt difikire ku tevkariyê hem bide aboriyê hem jî bide sektora mozvaniyê.
- Di ceribandinên li laboratuvarê da encamên baş hatin bidestxistin
Prof. Dr. Îbrahîm Demîrtaşê Alîkarê Rektor daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku akademisyenên li zanîngehê di nav 5 salan da li ser propolîsê xebatên serkeftî meşandin.
Demîrtaş diyar kir ku di mozvaniyê da Tirkiye li dinyayê di rêza duduyan da ye û wiha pê da çû:
"Em bi propolîsa xwemalî ya ji mozvanan distînin va dixebitin. Di heman demê da jê melhem, sabun û xurekên teqwiyeyê çêdikin. Di van 5 salên dawîn da em li ser propolîsa xwemalî xebitîn û me encamên gelekî baş bi dest xistin. Li vê derê em melhemên şêrpençe, antîvîral, antîmîkrobiyal, spreya qirik û gewriyê, sabun û teqwiyeyên xurekê çêdikin."