Li Îzmira ku li rojavayê Trikiyeyê ye û ji yek bajarên herî germ tê zanîn berf dibare, lê li Îdira ku li rojhilatê welêt e û nêzî bajarên Qers û Erziromê ye tav heye. Welatiyên li Îdirê ji ber tavê kêf dikin.
Li tevahiya welêt berf dibare û welatî zor û zehmetiyê dibînin, lê Îdirê welatî di hewaya germ da kêf dikin. Li Îdirê tê texmînkirin ku îro hewa 12 pîle be.
Gelê Îdirê di hewaya germ de xwe avêtin derva û çûn parkên li bajêr. Hewaya germ bi kêrî heywanan jî hat.
Murat Daştanê ji Îdirê destnîşan kir ku cara ewil e di zivistanê de heyaweke wiha germ dibîne.
Daştan diyar kir ku sala par zivistaneke dijwar hebû û wiha got: "Niha min di têlevizyonê de temaşe kir, li Îzmirê berf dibare, lê li Îdirê tav derketiye."
- "Çend roj in em sobeyên xwe danadin"
Cevat Çaparê ku li navenda bajêr fêkiyan difiroşe û got ku hewa germ e û kêf kêfa me ye.
Çapar diyar kir ku demeke dirêj e li Îdirê dijîm û wiha got: "Li her derê berf dibare, lê em li Îdirê xwe davêjin derva. Sê roj e em li malê sobeyên xwe danadin. Şikir ji Xwedê ra hewa germ e."