Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stadyuma Ataturkê beşdarî Merasima Vekirina Komî ya Îzmirê bû û li vir axivî û wiha got: "Bi qasî serê derziyê keda wan li ser birayên min ên kurd tuneye."
Serokomar Erdogan wiha xeberda: "Ez bangî kesên ku birayên min ên kurd îstismar dikin jî dikim: Hûn çima ji meala Quranê ya ku Serokatiya Kar û Barên Diyanetê amade kiriye aciz dibin? Lewra Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ev amade kir û ji hemû bajaran ra şand. Rabûn gotin ku 'Diyanetê ev neda çêkirin'. Serokatiya Kar û Barên Diyanetê sibetirê bersiva wan da. Çi got,'Me vê gavê ji 10 hezarî zêdetir meala Quranê ya kurdî amade kir û ji bajaran ra şand. Bi qasî serê derziyê keda wan li ser birayên min ên kurd tuneye. Mesele çi ye? Îstismar. Ew vê yekê dikin."