Haydar Şahin
07 Nîsan 2020•Rojanekirin: 08 Nîsan 2020
Malbata Alas a 4 sal berê ji Mêrdînê hat Malkaraya navçeya Tekirdaxê û di konan da dimîne darên ku kom kirine bi rojan dişewitîne û jê komira mangalê çêdike.
Malbata Alas her roj beriya sibê radibe li herêmên Midûriyeta Xebitandina Daristanan eşkere kiriye dest bi mesaiya xwe dike û hetanî êvarê dixebite. Malbat guh nade dû û hîsê ji dara mêşe komirê çêdike.

Komira mangalê ya ji darên 15 rojan hatine şewitandin tê çêkirin diçe gelek ciyên li Tirkiyeyê.
Mustafa Alasê 50 salî yê li konê li mêrga Taxa Gozsuzê car caran jî li mala xwe ya li gund dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi xanim û zarên xwe ra bi salan e komira mangalê çêdikin.
Alas got bi vî karî va mesrefên yekê wan xendekarê zanîngehê, 2yên wan xwendekarên lîseyê û yekê wan xwendekarê dibistana navîn bi tavahî 4 zarên xwe derdixe, daran ji herêmên hatine eşkerekirin hildidin, pêşiya wan parçe dikin.
Alas wiha axivî: "Em pêşiya kayê li ser daran direşînin paşê axê diavêjin ser û agir berî daran didin. Dar di nav 15 rojan da dieşewitin û dibin komir. Komira mangalê ya herî baş ji dara mêçe tê çêkirin. Darên me jî bi tevahî mêşe ne."

Alas got tengasiya wan a herî mezin ew e ku komira mangalê erzan tê firotin û wiha pê da çû: "Li vê derê herî zêde bazirgan qezenc dikin. Kesên perekende difroşin jî baş qezenc dikin. Em dema daran dibirin pere didin mazot, benzîn û xebatkaran."
Îbrahîm Alasê di demên betlaneya xwendingehan da tê alîkariyê dide apê xwe jî got ku çêkirina komira mangalê gelekî bi zihmet e.
Îbrahîm Alas got dema daran dişewitînin ku jê komirê çêbikin xwediyên kar jî li ser disekinin ku bêyî tengasî kar temam bibe û wiha axivî: "Ji bo kul venebin û dar hewayê hilnedin em nobedê digrin. Dema ji ciyekî ra hewayê hilde keda merivan berhewa dibe û dar dibin xwelî. Piştî ku komira mangalê çêdibe daran wan dixin çuwalan û ji bo firotinê hazir dikin. Pereyê ji vê derê tê qezenckirin ji bo debara malê û mesrefên zarokan ên xwedingehan tê xerckirin."