28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
BAB
Piştî ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) bi piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) hefteya borî navenda navçeya Babê bi dest xist, malbat vegeriyan malên xwe. Malbat dibêjin ew minetdar in ku ji zilma DEAŞa rêxistina terorê hatin xelaskirin.
ASA li Babê paqijkirina mayin û bombeyên ku DEAŞa rêxistina terorê bi cih kirine didomîne. Hin malbatên ku ji DEAŞê revîbûn jî vegeriyan navçeyê.

Malbatên ku vegeriyan navçeyê, ji bo ku gihîştin mala xwe kêfxweş in û gotin ku ew minetdarê TSK û ASAyê ne ku li dijî DEAŞa rêxistina terorê têkoşîneke mezin dan.
Malbat ketin malên xwe, lê hema bê mal xerab bûne. Ji bo temîrkirina malên xwe zend û bend hildan. Yekîneyên ASAyê jî li navenda navçeyê paqijkirina mayin û teqemeniyan didomînin.

Cewad Ebû Samrayê bavê 8 zarokan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew kêfxweş e ku cardin vegeriya mala xwe û nav zarokên xwe.

Samra bi bîr xist ku navçeya Babê rastî êrîşên tund hat û wiha dewam kir: "Em ji ber pevçûnan nikaribûn derketana derva. Me ji cînarê xwe hin xwarin peyda kir û em 10 rojan di bodromê da man. Milîtanên DEAŞê cihê me hîn bûn. Pir li min xistin. Xwestin ku malbata min bişînin şehrê Meskeneyê. Ji bo ku em bikişin Meskeneyê ji me ra wesaît anîn. Me nexwast ku em mala xwe biterikînin."