ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê çûyîna ceyranê de ragihand ku lêkolînên hewce dikin dest pê kir û wiha dewam kir:"Li ser hemû îhtimalên çûyîna ceyranê de lêkolîn dest pê kirin. Wezîrê me yê vejenê wê daxuyanî bide. Li Wezareta Vejenê maseya qeyranê hat avakirin.
Serokwezîr Davutoglu li Meclisê der heqê çûyîna ceyranê de bersiv da pirsên rojnamegeran.
Davutoglu diyar kir ku ji ber vê meseleyê lêkolînan dan dest pê kirin û wiha pê de çû: "Li ser hemû îhtimalên çûyîna ceyranê de lêkolîn dest pê kirin. Wezîrê me yê vejenê wê daxuyanî bide. Li Wezareta Vejenê maseya qeyranê hat avakirin. Ez vêya bibêjim di arzkirina vejenê de tu pirsgirêk tuneye."
Ji Serokwezîr Ahmet Davutoglu hat pirsîn: "Çûyîna ceyranê dibe ku ji ber êrîşeke terorî be?" Li ser vê jî Davutoglu got: "Li ser hemû îhtimalan lêkolîn tê kirin."