Eylül Aşkın Akçay
13 Sibat 2025•Rojanekirin: 15 Sibat 2025
Li Şirnex, Hekarî, Sêrt û Wanê ji îşev pê va berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, îşev û sibê danê nîvro li Şirnex û derdora Hekariyê, li rojhilata Sêrtê û başûrê Wanê berf tê payîn.
Li gor texmînê ji sibê piştî nîvro şûnda tesîra barîna berfê wê kêm bibe.
Divê welatî ji bo cemed û qeşayê tevdîra xwe hildin, di çûyîn û hatinê da baldar bin.
Ji bo Diyarbekir, Batman, Sêrt û Şirnexê hişyariya "berfa zêde"
Meteorolojiyê ji bo Diyarbekir, Batman, Sêrt û Şirnexê hişyariya berfa zêde da.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Texmîn û Hişyariya Zûtirî ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, di navbera saet 22.00ê îşev û 13.00ê sibê da li Qulp û Licêya navçeyên Diyarbekirê, li Sason û Qozlûxa navçeya Batmanê, Berwarî û Erûha navçeyên Sêrtê û Beytuşebab û Uludereya navçeyên Şirnexê berf tê payîn.
Ji welatiyan hat xwestin ku seba cemed û qeşayê û di çûyîn û hatinê da baldar û bi tevdîr bin.