Li bajarê Ispartaya ku ji sedî 20 sêvên Tirkiyê lê tên çandin, sêveke ku graniya wê 800 gram e hêşîn bû.
Serokê Şaredariya Egîrdirê Nûrî Ozmeral daxuyand ku, Isparta bi hilberîna 700 ton sêvî, ji sedî 20 pêdiviya Tirkiyeyê ya sêvan pêk tîne.
Ozmeral anî ziman ku navçeya Egîdirê bi xweza û îklima xwe gelekî balê dikêşe, niha bi sêvan xweştir bû. Ozmeral îfade kir ku Egîrdir bi qelîte û tehma sêvên xwe di tercîhkirina sêvan de navçeyeke bijarte ye.
Ozmeral diyar kir ku, dema çandiniyê bi sêvên cûrbicûr re hevrû bûne û ji wan yek jî sêva 800 gramî ya li baxçê welatiyekî gihiştiye.
Ozmeral got ku welatiyekî ew sêva aniye û dê sêvê demekê li meqamê xwe pêşkêş bike.