İbrahim Atmaca
30 Îlon 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
Li Gelendosta navçeya Ispartayê karkerên çandiniyê sêveke 935 gramî anî depoya sarincê û sêva terikî merivan şaş û metel dihêle.
Li bajêr daweşandina sêvan dest pê kir û sêvên ku tên daweşandin, dibin depoyên sarincê.
Di nav sêvên ku li gundê Yenîceyê hatin daweşandin da sêveke 935 gramî merivan şaş û metel dihêle.
Serokê Odeya Ziraetê ya Ispartayê Mustahattîn Can Selçuk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr daweşandina sêvan dewam dike.
Selçuk diyar kir ku ew car caran rastî sêvên wiha terikî tên û wiha dewa kir:
"Ev nîmetekî Xwedê ye, li navçeya me ya Gelendostê sêveke me 935 gram hat. Carinan sêvên wiha mezin çêdibin. Lê ev pir mezin e."