Önder Beyter
21 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2019
Li Bidlîsê Sabrî Bakirê 61 salî ku di 8 saliya xwe da wekî çirax li ber destê hesinkaran dest bi xebatê kir, ji nîv qirn î zêdetir e ku teşeyê dide hesin û pê debara malbata xwe dike.
Bakirê ku di zaroktiya xwe da xwest bibe hesinkar, pêşiyê 10 sal çiraxtî û dû ra 20 sal jî qalfatî kir. Bakir herwiha li kêleka Mizgefta Şerefiyeyê li ciyê dîrokî ji xwe ra atolye vekir.
Bakirê ku di dikana xwe ya 8 metrekareyî da 23 sal e bi derbeyên çakûçan teşe dide hesin, ligel ku êdî kal bûye û hêz û qeweta wî ya berê nemaye, lê dîsa jî bi kelecan û heskirina xwe ya xortaniyê hewil dide ku pîşeya xwe bidomîne.
Bakirê ku ji ber xîret û esnafiya durist 4 sal berê wekî "Senaetkarê Salê" hat hilbijartin, bi çakûçê ku ji destê wî yê qalikgirtî qet nakeve va teşe dide hesin û vedigerîne bivir, tevir, das û hin alavên din ên çandiniyê.
Sabrî Bakir di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku teknolojiya pêşketî, kir ku senaetê hesinkariyê xilas bibe û lewma jî ew nikarin çiraxan bîter bikin da ku ev pîşe nemire.
Bakir diyar kir ku ew nikarin meaşê ku çiraxên dixwazin bixebitin teleb dikin, bidin û wiha dewam kir:
"Hunereke gelekî dijwar û giran e. Rîska wê jî heye. 10 sal berê 3-4 nefer hebûn, lê niha kes tuneye. Em bi serê xwe dixebitin. Birayê min carinan tê û alîkariya min dike. Heger dewlet bibe alîkar em ê xwe li teknolojiyê bînin. Min bi pereyê ku ji pîşeyê xwe qezenc kir va 6 zarokên xwe dan ber xwendinê. Zarokên min ji vî karî hez nekirin. Emrê min bi xebatê derbas bû. Gava 8 salî bûm, min dest bi xebatê kir ku dema ez li xwe warqilîm, min dît wa ye ez bûme 60 salî. Temen jî em jî xilas bûn."
Bakir bal kişand ku berê hesinkarî, senaeteke herî binavûdeng bû û herwiha alav û amûrên ku ew di atolyeyê da çêdike, bi piranî dişîne gundan.