İbrahim Atmaca
21 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Luceyn Kifretuneya 9 salî wexta ku li Sûriyeyê bû hêzên rejimê bombeya warîlê avêt mala wan û rûyê wê şewitî. Luceynê paşê li Tirkiyeyê şifa dît.
Luceyna ku aliyê rûyê wî yê rastê şewitî, li Tirkiyeyê emeliyet bû û şifa dît.
Mehmûd Kifretuneyê bavê wê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rejima Beşşar Esed sal û nîvek berê li navçeya Seraqîbê êrîş kir û bombeya warîlê li mala wan ket û jiyana wan serobino bû.
Kifretune diyar kir ku di êrîşê da dê, bav, xatî û kurê wî yê 7 mehî mir, lingê Omerê kurê wî yê 7 salî jêbû û rûyê Luceyna keça wî şewitî.
Kifretune got ku li Sûriyeyê lingekî protez bi lingê Omerê kurê wî va kirin, lê ji ber ku li welatê wî derfet tunebû, tedawiya Luceyna keça wî ma.
Kifretuneyê bav daxuyand ku ew ji bo tedawiya keça xwe 11 meh berê hatin Tirkiyeyê.
Kifretune destnîşan kir ku li Hatayê xêrxwazan piştgirî da û keça wî li Stenbolê tedawî bû û wiha dewam kir:
"Warîla bombeyê ya ku rejimê avêt, malbata me tar û mar kir. Di êrîşê da gelek kes ji malbata min mirin. Rûyê keça min şewitî, lingê kurê min jêbû. Me ji bo rûyê keça min şifa li Tirkiyeyê dît. Şikir ji Xwedê ra piştî emeliyetên serkeftî rûyê keça min kenî. Vê gavê pir baş e. Diçe mektebê. Ez spasdarê Tirkiyeyê me û spasiya kesên alîkarî dan dikim."
Luceynê jî got ku ew li navçeya Reyhanliyê diçe Dibistana Seretayî ya Yenîşehirê û wiha dewam kir, "Şikir ji Xwedê ra rûyê min qenc bû. Ez êdî rehetî bi hevalên xwe ra dileyîzim. Ez dixwazim bibim doxtor û alîkariya zarokan bikim."
Luceynê got ku seba şewata rûyê wê tedawiya wê dewam dike.